Dijeterora Kurdistanê: Dronek li devera Xebat a Hewlêrê ket û ziyanên canî tune ne
Welat TV - Hewlêr
Dijeterora Kurdistan ragihand ku dronek li devera Xebat a Hewlêrê ket û ziyanên canî nehatin tomarkirin.
Dijeterora Kurdistanê îro 28ê Tîrmeha 2025an, di daxuyaniyekê de da zanîn, Li gor zanyariyên Dijetoror Kurdistanê, Îro demjimêr 05:50 xulekan, droneke bombekirî li navçeya Rizgarî ya bi ser devera Xebat a bi ser parêzgeha Hewlêrê ve ket û ziyanên canî tune bûn.
17 mehê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya civîna xwe li gel Balyozê Turkiyê li Iraqê Anîl Bora Înan tekezî li ser rawestandina êrîşên terorî li ser Herêma Kurdistanê kir.
15 mehê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşên li ser deverên cuda ên Herêma Kurdistanê şermezar kirin û got: Divê hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe û sînorekê ji êrîşan re deyne.