Avahiyek hilweşiya.. 4 welatiyên Sûrî li Beyrûtê canên xwe ji dest dan
Welat TV - Hewlêr
Şeva borî avahiyek li taxa Elemrosiyê li devera Elşiwêfat li Beyrûta paytexta Libnanê hilweşiya di encamê de 4 welatiyên Sûrî canên xwe ji dest dan.
Berevaniya Sivîl a Libnanî ragihand ku endamên wê li gel tîmên hawarçûnê 4 kes ji yek malbatê ji bin kavilan rizgar kirin lê zarokekî wan canê xwe ji dest da.
Serbar kir, kar ji bo derxistina 3 kesên ku di bin kavilên qatê Sêyan de mane berdewam e.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Libnanê ragihand ku yekîneyên wê li gel Berevaniya Sivîl û Hîva Sor di karên rizgarkirinê de ta demjimêr 4ê berbangê alîkar bûn, 4 kes hatin rizgarkirin û termê 4 kesan ji bin kavilan hatin derxistin.
Di 11ê Sibatê de jî avahiyeke ku ji 5 qatan pêk dihat li taxa Elsehra li heman deverê piştî 10 xulekan ji valakirina wê hilweşiya bê ku ziyanên mirovî werin tomarkirn.