Kuştî hene.. Israîlê Şam armanc kir
Welat TV - Hewlêr
Israîl avahiyeke niştecîbûnê li Şama paytexta Sûriyê armanc kir di encamê de hejmarek kes hatin kuştin.
Jêderên xwecihî ragihand, Israîl sebeha îro bi 3 mûşekan hejmarek şuqeyên ku milîsên Îranî weke baregeh di avahiyeke niştecîbûnê de bi kar tînin li taxa Kefir Sûsê ya Şamê armanc kirin.
Malpera ”Sewt El´asîma” ya xwecihî da zanîn, di encama êrîşa Israîlî de 3 kes hatine kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka 2024an ve, Israîl 13 caran êrîşî Sûriyê kiriye, di encamê de 33 çekdar hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne, her weha 31 embarên çekan, baregeh, navend û alav hatine armankirin û jinavbirin.
Ev çend sal in, Israîl bi sedan êrîş li Sûriyê encam dane, tê de hêzên Rêjîmê, milîsên Îranî û “Hizbûlah a Libnanî” armanc kirine.