Pedersen û Qerqaş pêşhateyên kirîza Sûrî gotûbêj kirin

Pedersen û Qerqaş pêşhateyên kirîza Sûrî gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê, Geir O. Pedersen, duh li gel şêwekarê diplomasî yê serokê Îmaratê, Enwer Qerqaş, li Dubey ceviya û dawîn pêşhateyên kirîza Sûrî gotûbêj kirin.

Ajansa Nûçeyên Îmaratê ragihand, hevdîtin li ser hewlên diplomasî yên civaka navdewletî û şandiyê navneteweyî ji bo çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûrî re, rawestiya.

Qerqaş tekezî li ser piştevaniya Îmaratê ji van hwelan re kir û amaje bi wê yekê kir çareseriya siyasî çreseriya tekane ye ku êş û azaran bi dawî dike û ewlehî û seqamgêriyê li Sûriyê xurt dike.

Ji aliyê xwe ve Geir O. Pedersen dawîn pêşhate û hewlên Neteweyên Yekgirtî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê nirxandin.