Erebekî hawirde welatiyekî Efrînê bi 7 guleyan birîndar kir
Welat TV – Hewlêr
Welatiyekî Kurd li Efrîna Rojavayê Kurdistanê duh 1ê Tebaxa 2025an, bi 7 guleyan ji aliyê Erebekî hawirde ve birîndar bû.
Jêderên xwecihî ragihand ku welatiyê Kurd Gîvara Hesen ji aliyê Erebê hawirde yê bi navê Mezin Mehmûd ve li gundê Coqê rastî guleyên rasterast hat û bi 7 guleyan di lingê xwe de birîndar bû.
*Sedem
Jêderan, behsa sedeman kir û got: Gîvara weke dukandar kar dike, beriya niha gelek caran Mazin Mehmûd bi deyn jê biriye û pere nedane, û duh careke din xwest bi deyn kelûpelan bibe lê Gîvara red kir bide, lewma rastî wê tawanê hat.
*Rewşa tendirustî aram e
Li gorî jêderan Gîvara bo nexweşxaneyê li bajarê Efrînê hat veguhestin û niha di bin çavdêriyê de û qonaxa zehmet derbas kiriye her weha Rewşa wî ya tendirustiyê aram e.
Mazin Mehmûd ji Şêniyên gundê Ebû Dihûr ê parêzgeha Idlibê ye û ji çend salan ve li gundê Coqê dimîne.
*Diyardeyên çekdarî
Tevî derketina hejmareke mezin ji çekdar û Erebên hawirde, lê hîn şêniyên deverên ji hebûna diyardeyên çekdarî dinalin û banga derxistina hemû çekdaran dikin.