Idlib.. Du hevjîn û du zarokên wan di bûyereke hatinûçûnê de bûne qurbanî

Idlib.. Du hevjîn û du zarokên wan di bûyereke hatinûçûnê de bûne qurbanî

Welat TV - Hewlêr

Di encama bûyereke hatinûçûnê de li ser rêya Şam û Helebê 4 kesan ji malbatekê jiyana xwe ji dest da. 

Tîma Berevaniya Sivîl da zanîn, bûyer îro 3yê Tebaxa 2025an, li nêzîkî bajarokê Hîş li gundewarê Idlibê li ser rêya serekî ya Şam û Helebê rû daye, di encamê de 4 kes ji malbatekê jiyana xwe ji dest day.

Berevaniya sivîl diyar kir, di nav qurbaniyan de du hevjîn û di zarokên wan hene, ji ber birînên wa ên dijwar yekeser jiyana xwe ji dest daye û tîmên berevaniyê nikarîbûn wan bigihînin nexweşxaneyê.