Traktorek li Çiyayê Hawarê yê Efrînê wergeriya.. Welatiyek mir û yekî din birîndar bû

Traktorek li Çiyayê Hawarê yê Efrînê wergeriya.. Welatiyek mir û yekî din birîndar bû

Welat TV - Hewlêr

Îro 3yê Tebaxa 2025an, traktorek li çiyayê Hawarê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê wergeriya di encamê de welatiyekî bitemen jiyana xwe ji dest da û kesekî din ji kesûkarên wî birînda bû.

Jêderekê ji malbatê ji Welat TV re got: Di encama wergerandina traktorekê de, welatiyê bitemen ê 65 salî Henîf Henan Reşîd jiyana xwe ji dest da yek ji kesûkarên wî birîndar bû.

Jêderê da zanîn, bûyer li cihekî asê li çiyayê Hawarê li gundê Qeregulê rû daye, her du welatî ji berhevkirina hejîran dihatin û berê wan li mala xwe li gundê Xelîlaka bû.

Li gorî jêderê, piştî 3 demjimêran ji bûyerê, dema ku şivanekî şivantiya bezê xwe li wî çiyayî dikir, ew bûyer dît û şêniyên gund agahdar kirin, û birîndar veguhest nexweşxaneyê.