Barrack: Tundûtûjiya li Siwêda û Minbicê cihê dilgiraniyê ye

Barrack: Tundûtûjiya li Siwêda û Minbicê cihê dilgiraniyê ye

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka yê Taybet bo Sûriyê Tom Barrack dilgiraniya xwe ji şer û girjiyên li Siwêda û Minbicê nîşan da û banga çareseriyên aştiyane kir.

Tom Barrack li ser tora ”X” da zanîn: Şeva bûrî karên tundûtûjî li Siwêda û Minbicê derketin, ey yek cihê dilgiraniyê ye û tenê diplomasiyet rêya tekane ye ji bo rawestandina tundûtûjiyê û dîtina çareseriyeke aştiyane û domdar.

Barrack got ku Emerîka navbênkarî ji bo dîtina çereseriyekê li Siwêdayê kiriye û li gel Fransa navbênkariyê dike ji bo dubare tevlîkirina Bakurê Rojhilatê Sûriyê di Sûriyeke yekgirtî de.

Şandiyê Emerîka bang li hemû aliyan kir ku aramiyê biparêzin û nakokiyan bi diyalogê çareser bikin ne bi rijandina xwînê.

 

 

*Her weha bixwîne: HSD: Hêzên hikûmeta Sûrî êrîşî 4 xalên me li Minbicê kir