Mezlûm Ebdî: Me Doza Kurdî li gel Hikûmeta Sûriyê gotûbêj nekiriye
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê "HSD" Mezlûm Ebdî da zanîn ku wan ta niha doza Kurdî li gel Hikûmeta veguhêz a Sûriyê gotûbêj nekiriye.
Ebdî ev yek di hevdîtineke televizyonî de got û diyar kir ku di dema pêş de ew ê vê yekê jî gotûbêj bikin, "lê di dema niha de em mijarên girêdayî aliyê leşkerî û saziyan gotûbêj dikin".
Di derbarî Dêra Zorê û Reqayê de, fermandarê HSD got ku "xelkê Dêra Zorê û Reqayê li gel wê yekê ne ku tevlî dewleta Sûrî bibin, lê dixwazin saziyên xwe yên heyî biparêzin û ew bi xwe wan bi rê ve bibin".