Mezlûm Ebdî: Encamên Konferansa Yekrêziya Kurdî li gel Şamê têne gotûbêjkirin

Mezlûm Ebdî: Encamên Konferansa Yekrêziya Kurdî li gel Şamê têne gotûbêjkirin

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî got, pilan heye piştî civîna Parîsê Şanda Kurdî li gel Şamê encamên konferansa yekrêziyê gotûbêj bike.

Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî di hevdîtinekê de ragihand, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi beşdariya hemû Partiyên Rojavayê Kurdistanê nûneratiya viyana gelê Kurd dike.

Fermandarê HSD got, civînên niha bi navê Bakurê Rojhilatê Sûriyê têne kirin ne şûngirê konferansa yekrêziyê ne, û piştî civîna Parîsê plan heye Şanda Kurdî li gel Şamê encamên konferansê gotûbêj bike.

Mezlûm Ebdî ragihand jî, heta niha danûstandinên giştgir nehatine kirin, û dema danûstandin bi awayekî fermî dest pê bikin, dê şanda Şamê ji bo gotûbêjkirina Doza Kurd were Rojavayê Kurdistanê.

*Naveroka civîna Fransayê

Derbarê civîna Parîsê, Mezlûm Ebdî got, di demeke nêzîk de ew civîn li dar dikeve û dê mijarên wek dergehên sînorî, petrol, tevlîbûna HSD di nava artêşê de, beşdariya di nava Hikûmeta Şamê de, xwendin, komîteya amadekar a hilbijartinên Perleman û karên amadekirina destûr werin gotûbêjkirin.