Du zarokên xwişk li Himsê hatin kuştin

Du zarokên xwişk li Himsê hatin kuştin

Welat TV - Hewlêr 

Du zarokên xwişkên hev, li gundewarê Himsê li ser destê du çekdaran hatin kuştin.

Îro 5ê Tebaxa 225an, Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan belav kir, li gundê Qinyet El-Alasî li gundewarê Himsê, du çekdaran êrîşî maleke Elewî kir û piştî diziya matorsîklekê, mal gulebaran kir û bombeke destî avêt nava malê.

Rewangehê da zanîn, di encamê de du keçên zarok ku xwişkên hev in û bi navên Dela û Netelî Mihemed Esed in, jiyana xwe ji dest da û zarokek li gel ciwanekî jî birîndar bûn.

*230 bûyer 

Li gorî Rewangehê ji destpêka 2025an ve 230 bûyerên bi vî rengî çê bûne, û di encamê de 257 kes hatine kuştin.