Behrên dixwaze nûnertiyeke xwe li Hewlêrê veke
Welat TV – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Behrên li Iraqê Xalid Ehmed civiyan.
Di civînê de tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî bi taybet di warê abûrî û bazirganî de, berfirehkirina warên havkariyên hevbeş û sûdwergirtina ji ezmûnan hat kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, Di civînê de Balyozê Behrên tekezî li ser guhdana welatê xwe bi peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, û amaje bi hewlên ji bo vekirina nûnertiya Behrên li Hewlêr kir.
Di civînê de her weha peywendiyên Hewlêrê û Bexdayê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhateyên dawiyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.