Gundewarê Şamê.. 5 ji endamên malbatekê bûne qurbaniyên teqîna mayînekê
Welat TV - Hewlêr
Malbateke ji 5 kesan li gundewarê Şamê bûne qurbaniyên teqîna mayîneke paşmayên şer.
Teqîn li gundê Skêk li devera Xan El-Şîh li gundewarê Şamê çêbû, di encamê de dayîk û 2 zarokan canên xwe ji dest dan, û bav û zarokek bi giranî birîndar bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Jêderan got, malbat bi otombîla xwe li gundê navbûrî bi rê ve diçûn û rastî wê teqînê hat.
495 kuştî û 538 birîndar
Li gorî dawîn amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, îsal 495 kesî li seranserî Sûriyê canên xwe di teqînên paşmayên şer de ji dest dane. Ji 495 kesî, 239 zarok in û 14 jin in, her weha 538 kesên din birîndar bûne.