Hesekê.. Mişel Osman dîwana xwe ya nû îmze kir
Welat TV - Hewlêr
Nivîskarê Kurd Mişel Osman dîwena xwe ya helbestî ”Hevalname” li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê Îmze kir.
Roja Çarşemê, Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayik ahinga îmzekirina dîwana Osman li hola Cîgerxwîn li taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê li dar xist.
Bi amedebûna kesayetiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û hunermendan, Mişel Osman dîwana xwe ya nû îmze kir.
Hevalname li çapxaneya Gazî li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê hatiye çapkirin.
Nivîskarê Kurd Mişel Osman, sala 1970 li gundê Xiwîtla yê ser bi Dirbêsiyê ve ji dayîk bûye, endamê desteya birêvebirinê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ye, di sala 2017an de, dîwana xwe ya helbestî ”Nîv Peyal” çap kir, hejmarek berhemên wî jî li benda çapkirinê ne.
Herweha Osman hejmarek şanoyên cîhanî ji zimanên biyanî wergirandine Kurdî, weke şanoya bi navê Şoreşa Miriyan a nivîskar Irwin Shaw û Kûçikê Axe ya Memdûh Edwan.