Du komelgehên niştecîkirinê li Efrînê ji Erebên hawirde vala bûne

Du komelgehên niştecîkirinê li Efrînê ji Erebên hawirde vala bûne

Welat TV - Hewlêr

Du komelgehên niştecîkirinê yên li navçeya Şiyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji Erebên hawirde vala bûne.

Komelgeh li gundên Qermitliq - Erendê ne, ji 500 malî pêk tê her komelgehek 250 malî li xwe digire.

Jêdereke taybet bi Welat TV îro 10ê Tebaxa 2025an got: Piştî ketina rêjîma Esed Ereban berê xwe da malên xwe li bajar û parêzgehên Sûriyê û herdu komelgeh bi temamî vala bûne.

*Sala 2022yan hatin damezrandin

Jêderê da zanîn, Herdu komelgeh ji aliyê Komeleya Newaf û Komeleya Şam ên Kiwêt û Qeterê ve sala 2022yan hatine damezrandin, tê de Erebên hawirde hatibûn niştecîkirin.

Piştî ketina Esed ji 8ê Berçileya 2024an, bi dehê hezaran ji Erebên hawirde ji Efrînê derketin û berê xwe da bajarên xwe, her weha hejmarek komelgeh û kampan vala bûne.