Dezgeha Lûtke: Nasnameya qurbaniyên binavbûna qeyikekê li Deryaya Spî ne diyar e
Welat TV - Hewlêr
Serokê Dezgeha Lûtke ya karûbarên Derbider û Penaberan da zanîn ku hîn nasnameya qurbaniyên binavbûna qeyikekê li Deryaya Spî ne diyar e û nehatiye piştraskirin qurbanî Kurd in.
Serokê Dezgeha Lûtke ya karûbarên Derbider û Penaberan Arî Celal, ji malpera Kurdistan 24 re ragihand, Nûçeya binavbûna qeyikekê li deryay Spî li ser torên civakî û hin alavên ragihandinê belav bûn û gotin ku 70 Kurd û Iraqî bûne qurbanî, lê heta nehatiye tekezkirin ku Kurd tê de ne yan na.
Celal da zanîn, Em li gel nûnerên xwe li Yûnanê di têkiliyan de ne da ku nasnameya qurbaniyan nas bikin.
*7,950 kes vegeriyane
Arî Celal diyar kir, di dema dawiyê de koçkirina nerewa ji Herêma Kurdistanê berev Ewropa kêm bûye. Li gorî amarên Wezareta Navxwe li Herêma Kurdistanê ji sala 2023 – 2024an 7,950 kes ên ku bi şêweyekî nerewa û neyasayî berê xwe dabû Ewropayê, vegeriyana Herêma Kurdistanê.