4 kes li Hums û Hemayê bûn qurbanî ji paşmayên şer re

4 kes li Hums û Hemayê bûn qurbanî ji paşmayên şer re

Welat TV - Hewlêr

Li gundewarên Hums û Hemayê 3 zarok di encama teqîna paşmayên şer de birîndar bûn û ciwanekî cane xwe ji dest da.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand, Mus´eb Mihemed Hisên Şerûf Elşêx yê 27 salî ji şêniyên bajarokê Morik yê ser bi Hemayê ve, di encama teqîna mayînekê de dema karê çandiniyê li devera Til Elsewan li Bakurê Hemayê dikir, cane xwe ji dest da. Amaje bi wê yekê kir ku ew devera di bin kontirola Rêjîma Sûrî de ye.

Tora Sûrî serbar kir, 3 zarok duh di encama teqîna mayînekê de li devera Elbiyarat li Rojavayê bajarê Tedmur li Hums ya di bin kontirola Rêjîma Sûrî de, birîndar bûn.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji hemû hêzên li Sûriyê xwest ku bi berpisyaretiya xwe rabin û sivîlan li deverên di bin kontirola xwe de biparêzin serbarî eşkerekirina cihê mayînên çandî û rakirina wan.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan derdora 18 sivîlan di nav wan de 15 zarok ji ber teqîna paşmayên şer re li Sûriyê ji destpêka 2024an ve canên xwe ji dest dane serbarî birîndarbûna 30 kesî.