Snow: Berîtaniya pabend e bi sizakirina her aliyekî ku çekên kêmawî li Sûriyê bi kar aniye
Welat TV - Hewlêr
Şandiya Berîtanî bo Sûriyê, Anne Snow ragihand, welatê wê pabend e bi sizakirina her aliyekî ku çekên kêmawî li Sûriyê bi kar aniye.
Snow derbarê raporta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kêmawî de li ser tora civakî ”X” got: Li gorî raportê DAIŞ berpirs e di ber êrîşa bi çekên kêmawî li Marihê sala 2015an, çi Rêjîm be, çi DAIŞ be.. Em pabend in bi sizakirina her aliyekî ku çekên kêmawî li Sûriyê bi kar aniye.
Roja Pêncşemê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kêmawî di raportekê de ragihand ku rêxistina DAIŞ ya terrorist berpirs e di ber bikaranîna xaza Xerdelê di êrîşekê de li ser bajarokê Marih li gundewarê Helebê sala 2015an.
Li gorî raportê, madeyeke reş ji derdora 6 mûşekan derketiye ku bêhna wê ya tûj dişebihê sîrê û 11 kesên ku tûşî wê madeyê bûne, nîşanên tûşbûna gaza Xerdelê li wan diyar bûne.
Raportê diyar kir ku tîmên lêkolînê yên rêxistinê 4 kesên sûcdar nas kirin ku du ji wan berpirsên sereke yên bernameya çekên kîmawî ya DAIŞê ne.