Libnan.. Penaberekî Kurd bû qurbaniyê bûyereke hatinûçûnê
Welat TV - Hewlêr
Penaberekî Kurd li Libnanê di encama bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Şewket Xelîl, ciwanekî Rojavayê Kurdistanê ye, di 8 Tebaxê de li Beyrûtê, Sed Bûşiyê, otombîlekê lêda û bi giranî birîndar bû.
Jêderê ji malbatê ji Welat TV re got: Piştî sê rojan ji çavdêriya pizîşkî, ji ber birînên xwe yên giran ku di serê wî de bûn jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Şewket Xelîl, bavê 3 zarokan e û ji şêniyên gundê Kaxrê yê Efrînê ye. Îro termê wî li gundê wî bi xakê hat spartin.
►Her weha bixwîne.. Penaberekî Kurd li Libnanê di encama bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da