Camûs: Nakokiyên herêmî û navdewletî bûne sedema kêmbûna guhdanê bi dosya Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Serokê Desteya Danûstandkar a Sûrî Dr. Bedir Cemûs, di xula 70î ya desteya diştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî de ragihand, nakokiyên herêmî û navdewletî bûne sedema kêmbûna guhdanê bi dosya Sûriyê.
Bazneya Ragihandinê ya Itîlafê duh ragihand, hevpeymaniyê civîna xwe li baregeha hikûmeta Sûrî ya demkî li gundewarê Helebê li dar xist, tê de dawîn pêşhateyên Sûriyê hatine gotûbêjikirin.
Di civînê de, Camûs diyar kir, nakokiyên herêmî û yên navdewletî bûne sedema kêmbûna guhdanê bi dosya Sûrî, amaje bi wê yekê kir ku deste kar li ser avakirina peywendiyên navdewletî yên nû ji bo xizmeta doza gelê Sûriyê û şoreşa wî dike.
Da zanîn, peywendî bi welatên Erebî re ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî hîn berdewam in û tekez kir ku asayîkirina peywendiyan bi Rêjîma Sûrî re bê bidestxistina pêşketinên siyasî aramiyê li Sûriyê peyda nake.
Camûs serbar, em daxwaz dikin ku dosya Sûriyê bi amadebûna Desteya Danûstandkar di Encûmena Ewlehî ya Navdewletî de were pêşkêşkirin û bal kişand ser wê yekê ku Rêjîm bi rêya jikarxistina biryarên navdewletî, bi taybetî biryara 2254 û dûrketina ji danûstandinên bi Netewên Yekgirtî re, astengiyan li pêş piroseya siyasî li Sûriyê derdixe.