Metirsî li ser xelkê dirust kiriye.. Agirê daristanên Hema û Laziqiyê berdewam e

Welat TV - Hewlêr

Agirekî bihêz li daristanên çiyayî li Hema û Laziqiyê di roja 6an de berdewam e û metirsî li ser mal û milkên welatiyên deverê dirust kiriye.

Welat TV agirê ku bi hêzêke mezin li deverên mîna Enab, En El-Kurûm, û Bêt Yaşûtê belav dibe dişopîne, agir bûye mitirsî li ser gund û baxçeyên gundiyên.

Berevaniya Sivîl a Sûrî piştî derbasbûna 4 rojan dest bi karê vemirandinê li gel welatiyên deverê kir û ev yek jî bûyê cihê nerazîbûna wan.

Ji aliyê xwe ve, Tendirustiya Hemayê ragihand ku 32 kes ji encama agirê niha de birîndar bûne.