Hin welatî birîndar bûn.. Agirê daristanên Hema û Laziqiyê berdewam e

Hin welatî birîndar bûn.. Agirê daristanên Hema û Laziqiyê berdewam e

Welat TV - Hewlêr

Agirê daristanên çiyayî li Hema û Laziqiyê di roja 7an de berdewam e û tîmên vemirandina agir rastî zehmetiyan tên.

Agir li hin gundên çiyayê Kurdan, devera Silnifê, devera El-Hifê, devera Keseb li gundewarê Laziqiyê belav bûye.

Li Hemayê jî, agir li bajarokê Şetha û gundên Enab, Ên El-Kirûm, Tahpnit El-Helawê, Ebû Kelîfon, Feqro, El-Temaza û daristanên ser rêya Bêt Başûtê belav bûye.

*70 tîm

Berevaniya Sivîl a Sûrî îro da zanîn ku, zêdetirî 70 tîmî di vemirandina agiran de beşdar in, li gel otombîlên vemurandina agir, tankên avê û alavên giran ji bo vekirina rêyan.

Raportê diyar kir ku malên sivîlan li bajarokê Şetha û gundên Enab, Ebû Kelîfûn û Mirdaş li gundewarê Hemayê rastî ziyanan hatin.

*Astengî

Berevaniyê da zanîn ku ji ber lezbûna bayê, bilindbûna pileyên germayê û siruşta deverê ya çiyayî astengiyan li pêş karê wan derdixe.

Raportê got jî ku hebûna mayînan û paşmayên şer li wan deveran metirsiyê li ser tîmên wê dirust dike û astengiyan li pêş piroseya vemirandina agir zêde dike.

*2 odeyên meydanî

Wezareta Hawarçûn û Rêvebirna Karesatan jî, 2 odeyên meydanî ava kirin, ji bo parastina sivîlan û rêgiriyê li derbasbûna agir bo malên wan.

Agir bûye sedema birîndarbûna hejmarek kes û derbiderbûna welatiyên hejmarek dever, lê tirsa welatiyan ew e, ku karînên tîmên vemrandina agir ne di asta pêwîst de bin û ziyan zêdetir bibin.