Serok Barzanî û kesayetiya siyasî ya Sûrî Mehmûd El-Muslit civiyan
Welat TV – Hewlêr
Baregeha Barzanî ragihand ku îro 16ê Tebaxa 2025an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya kesayetiya siyasî ya Sûrî Mehmûd El-Muslit kir.
Di civînê de rewşa siyasî û guhertinên deverê bi taybet li Rojhilata Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li ser çareserkirina pirsan bi rêya diyalogê û hevpejirandinê hat kirin da ku pirsgirêk û astengiyan derbas bikin.
Civînê tekezî li ser wê yekê kir ku nabe nakokiyên di navbera aliyan de bibin sedema derketina şerekî Kurdî – Erebî.