Hevkarê me romanivîs Ebdo Ehmed yekemîn berhema xwe çap kir

Welat TV - Hewlêr

Ahenga Îmzekirina yekemîn berhemên hevkarê me, nivîskar û romanivîs Ebdo Ehmed li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.

Nivîskar Ebdo Ehmed, yekemîn berhema wêjeyî ya romana bi navê "ساقُ الذّاكرة" li Hewlêrê, bi amadebûna hejmareke mezin ji hezkiriyên wêjayê îmze kir.

Romana "ساقُ الذّاكرة" wate Lingê Bîrdankê ye, li çapxaneya Dar El-Zeman hatiye çapkirin, di 144 rûpelên navîn de bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û behsa êşa welatekî wêrankirî, dike.

*Naveroka romanê

Di derbarê romanê de, Nivîskar Ebdo Ehmed îro ji Welat TV re got: ”Ev roman belgeyeke ji belgeyên tawanên li dijî gelê Kurd û mirovatiyê ye, çîroka zarokekî bajarê Kobaniyê vediguhêze, ku yek ji qurbaniyên cengê ye”.

Ehmed diyar kir ku "Ev roman berhema hevdîtinekê ye li gel wî zarokî, ku malbata wî berê xwe ji Kobaniyê dabû Hewlêrê ji bo dîtina çareseriyekê ji lengê wî re, yê ku di encama topbaraneke Turkiyê de haitbû birîn".

Romanivîs Ebdo Ehmed da zanîn jî: “Romana "ساقُ الذّاكرة" rewşê wek heyî vediguhêze, êş û azaran xweşik nake, û gelek pirsan arasteyî xwîneran dike”.

*Ebdo Ehmed

Nivîskarê Kurd Ebdo Ehmed sala 1995an li gundê Tozincê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, derçûyê kolêja Endezyariya Elekitrîkê ye li Zanîngeha Selahedîn - Hewlêr, niha di warê ragihandinê de kar dike û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dimîne.