Revandin û hewlên kuştinê li Der’ayê zêde bûne
Welat TV - Hewlêr
Ewlehiya Navxwe li parêzgeha Der’ayê ragihand ku ew nahêlin girjiyên li Siwêdayê bo deverên Der’ayê werin veguhestin.
Berpirsê Ewlehiya Navxwe Şahir Umran da zanîn, di rojên dawiyê de li deverê, hejmarek bûyerên Ewlehiyê mîna revandin, dizî û gulebarankirina barhilgir û 2 basan û otombîleke rêxistineke mirovî, rû dane.
"2 revandî rizgar kirine"
Li gorî Umran, hêzên wan kariye 2 revandiyan rizgar bikin, û 8 kesên berguman bigirin, û di wan bûyeran de jinek hatiye kuştin û 12 kes hîn wendayî ne û lêkolîn berdewam in.
*8 kes hatine revandin
Duh 17ê Tebaxa 2025an, jêderên xwecihî dabû zanîn ku heşt kes li nêzîkî Korîdora Mirovî ya di navbera Der’a û Siwêdayê de hatine revandin, her weha li heman deverê di êrîşeke çekdarî de 4 sivîlên ji Siwêdayê birîndar bûn û beriya wê jî jinek hatibû kuştin.