20 hezar hektar ji daristanên Sûriyê şewitîne

20 hezar hektar ji daristanên Sûriyê şewitîne

Welat TV – Hewlêr

Wezîrê Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê yê Sûriyê diyar kir ku bi sedema agir di sala 2025an de bêtirî 20 hezar hektar ji daristanên Sûriyê şewitîne.

Mihemed Inciranî di daxuyaniyekê de got jî, agiran ziyan gihandiye bi dehên gund û xelkê û gef li jîngehê kir.

Her weha da zanîn ku Sûriyê ji sala 2012an ve bi nêzîkî 20.4 ji sedî ji rûberên kesk ji dest dane û ev yek bû sedema zêdebûna guhertina keşûhewayê.

Wezîrê Rêveberiya xwecihî û jîngehê got jî, parastina jîngehê pêwîstiyeke bilez e ji bo pêşeroja Sûriyê.

Ji destpêka sale ve, agirên bihêz li parêzgehên Laziqiyê û Hemayê û li hin gundan din rû dane, û sedemên rasteqîne yên şewatê ne diyar in, ji bilî ziyana mezin a ku gihiştiye siruşt û daristanan, ziyaneke gihiştiye malên sivîlan.