Erdogan bo Barzanî: Em sersaxiyê ji te û malbata te re dixwazin

Welat TV – Hewlêr

Serokê Komara Turkiyê 25ê Sibata 2024an, sersaxiya serok Mesûd Barzanî kir.

Serokê Komara Turkiyê Receb Teyib Erdogan, sersaxî ji serok Mesûd Barzanî û malbatê re xwest û di nameya xwe de got: Bi xemgînî me nûçeya koçbarkirina xwîşka te xanim Zekiya Mela Mistefayê Barzanî bihîst. Ez sersaxiyê ji te û malbata te re dixwazim.

Erdogan da zanîn: Di vê bûyera xemgîn de ez û gelê Turkiyê, tendirustiyeke baş ji te re dixwazin.

Xwişka Serok Barzanî, Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê sebeha Înê 23ê Sibata 2024an koça dawî kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: Merasîmên şîna Zekiya Mela Mistefa Barzanî roja Şemiyê 24ê Sibatê dest pê dikin û bo sê rojan li hola Baregeha Barzanî li Selahedîn berdewam dikin.

Merasîmên şînê îro di sêyemîn roj de berdewam dikin.