Ji ber piştevaniya wî ji xwepêşandanên Siwêdayê re.. Rêjîmê rojnamevanek li Tertûsê girt
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Rêjîma Sûrî duh rojnamevanek li parêzgeha Tertûsê bi sedema piştevaniya wî ji xwepêşandanên Siwêdayê re girt.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, hêzên Rêjîma Sûrî rojnamevan Mehmûd Ebuletîf Ibrahîm ku kar di nivîsgehs Rojnameya Elsewra de dike li Tertûsê girt.
Diyar kir, piştî ku wî piştevaniya xwe ji xwepêşandanên Siwêdayê re li ser rûpela xwe di torên civakî de ragihand hate girtin û bo cihekî ne diyar hate veguhestin.
Serbar kir, pêwîstiya Ibrahîm bi lênerîna tenduristî û dermanan heye, ew ji gelek nexweşiyan dinale lewma malbata wî li ser rewşa wî ya tenduristî ditirse.
Tora Sûrî amaje bi wê yekê kir, piroseya girtinê girêdaye bi biryara jimare 20 ya sala 2022yan ku Rêjîm li gorî wê welatî û karmendên di dezgehên wê de kar dikin digire, eger rexneya xirabûna rewşê û gendeliyê li deverên di bin kontirola Rêjîmê de li ser torên civakî bikin.
Beriya çend rojan Komelbenda Rojnamevanên Sûrî di raporta xwe ya salane de ragihand, ji destpêka şoreşa Sûrî ve 1511 binpêkirin li dijî ragihandinê li Sûriyê hatin encamdan jê 35 di sala 2023yan de. Li gorî Komelbendê Rêjîma Sûrî berpirs e di ber 629 binpêkirinan de.