2 endamên hikûmetê li rêbendeke Tertûsê hatin kuştin
Welat TV - Hewlêr
2 endamên hêzên ewlehiya navxwe ya Sûriyê li Tertûsê bi guleyên kesên nenasan hatin kuştin.
Îro 19ê Tebaxa 2025an, jêderek ewlehî ji ajansa Sana re got: Şeva bûrî çekdarine nenas gule berdan rêbendeke ewlehiya navxwe li nêzîkî keraca bajêr, di encamê de 2 endamên rêbendê hatin kuştin.
Jêderê diyar kir, hêzên ewlehî li bajêr dest bi hilmeteke ewlehî ji bo girtina wan kesan kir lê ta niha tu zaniyarî nehatine belavkirin.
*3369 hatine kuştin
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji 8ê Berçileya bûrî ve û ta dawiya meha Tîrmehê, "3369 welatiyên Sûrî" bûne qurbaniyên kuştina meydanî û piranî li ser bingeha tayifî hatine kuştin.
Ji wê hejmarê, li Siwêda û Beravê bi tenê 2610 sivîl ku di nav wan de bi dehan jin û zarok hene, hatine kuştin.