15 sivîlan di encama teqîna mayîneke de li Reqayê canên xwe ji dest dan
Welat TV - Hewlêr
15 sivîlan di ecama teqîna mayîneke ji paşmayên şer ên rêxistina DAIŞ a terrorist de li biyabana Elresfa li Rojavayê Reqayê canên xwe ji dest dan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand, 15 sivîlan di nav wan de 6 jin hene ji hoza Elbûxemîs ku piraniya wan ji bajarokê Elmensûra li Rojavayê Reqayê ne, di encama teqîna mayînekê ji paşmayên şer ên DAIŞê di dema komkirina Dombelan de canên xwe ji dest dan.
Serbar kir, eger heye ev hejmar bilind bibe ji ber ku 8 kes birîndar bûne, birînên kesine ji wan giran in.
Li gorî Rewangehê, ji destpêka 2024an ve, 36 sivîlan di nav wan de 7 jin û 17 zarok hene di encama teqîna paşmayên şer de li Sûriyê canên xwe ji dest dane serbarî birîndarbûna 42 kesan.
Di demsala Dombelan de, gelek kes ji bo komkirina wan berê xwe didin deverên belavbûna Dombelan li biyabana Sûriyê, ji ber rewşa aborî ya xirab Dombelan bûne jêdera aborî ji gelek malbat re ku kîloya wan li gorî kiwalîtiyê ji 200 ta 500 hezar Lêreyên Sûrî tê firotin.