Parîs.. Sûriyê û Israîlê rewşa Siwêdayê û rêkeftina 1974an gengeşe kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî û şandeke Israîlê li Parîsê agirbesta li Siwêdayê û rewşa başûrê Sûriyê gengeşe kir.
Ajansa Sana ragihand ku şeva bûrî El-Şeybanî li gel şandeke Israîlê li Parîsê paytexta Fransa bi serpereştiya Emerîka civiya û girjiyên li başûrê Sûriyê gengeşe kir.
Li gorî ajansê, di civînê de, kêmkirina girjiyan, rawestandina destwerdanê di karûbarên hundirîn ên Sûriyê de, lihevkirina ji bo aramiya deverê, çavdêriya agirbestê li Siwêdayê û dubare çalakirina rêkeftina 1974an di navbera herdu welatan de, hate gotûbêjkirin.
Rêkeftina 1974an banga agirbesteke domdar di navbera herdu welatan de kir, bi rêya belavkirina hêzên parastina aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî li ser sînorê di navbera Sûriyê û Israîlê de.
*Her weha bixwîne: Rêveberê navendeke Emerîkî: Sûriyê parçe bûye û bikaranîna hêzê li gel HSDê bi ser nakeve