Di şewata daristanên Helebceyê de ziyan gihiştiye 6 gundan
Welat TV - Hewlêr
Ziyanên şewata daristanên parêzgeha Helebceyê hatin diyarkirin.
Li gorî tîmên berevaniya sivîl, di encama wê şewatê de, ku 3 rojan berdewam kir, 5 hezar donim ji zeviyên çandiniyê şewitîn. Her weha ziyan gihişt 6 gundan.
Tîmê da zanîn ku, niha di qonaxa çavdêriyê de ye, da ku şewateke din rû nede.
*2 kes bûne qurbanî
Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Sivîl li Herêma Kurdistanê gotibû şewat 17ê mehê vêketibû, di encama wê şewatê de xwebexşek û polîsekî daristanan jiyana xwe ji dest da, her weha ziyanên mezin gihiştin jîngeh û siruşta deverê.
*Mesrûr Barzanî sersaxiyê pêşkêş dike
18ê mehê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxî ji malbatên qurbaniyên şewata daristanên parêzgeha Helebceyê pêşkêş kirin, alîkarî şandin ji bo vemirandinê û piştevaniya xwe nîşan da.