Hêzeke Israîlê li Der’ayê û 3 kes girtin
Welat TV - Hewlêr
Hêzeke Israîlê derbasî gundekî li gundewarê Der’ayê bû, û hilmeteke pişkinînê encam da, di encamê de hejmarek kes girtin.
Jêderên xwecihî ji deverê da zanîn, Hêzeke Israîlê berbanga îro, derbasî gundê Abdîn li gundewarê Der’ayê bû, û hilmeteke pişkinînê ya berfireh li nava malên gund e encam da.
Jêderan diyar kir, hêzên Israîlê 3 kes ji xelkê gund girtin û ew bo bingehên xwe li deverê veguhestin Di dema bûrî de, hêzên Israîlê hejmarek hilmetên pişkinînê li deverên Der’a û Quneytirayê encam dane, û hejmarek kes girtine.
Beriya 10 rojan, Artêşa Isrîlê ragihad ku wê operasiyonek li gundê Tirencê li gundewarê Quneytirayê encam da, û bazirganekî çekan tê de girt.