Pedersen: "Hewlên me ji bo bicîkirina rêkeftina 10 Adarê berdewam in"
Welat TV – Hewlêr
Şandiyê taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen di civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî de got, hewldanên wan ji bo bicîkirina rêkeftina 10 Adarê di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şer´ de berdewam in.
Pedersen di gotara xwe de got: "Hewlên berdewam hene da ku rêkeftina 10 Adarê ya di navbera Hikûmeta demkî û HSDê de were bicîkirin, her weh hewlên encamdana civînekê di navbera herdu aliyan de ta niha berdewam in, lê ew hewl ta niha negihîştine tu encaman".
*"Em pêşwaziyê li peywendiyên dualî dikin"
Geir Pedersen da zanîn, "Me di meha Tebaxê de pêleke girjiyan li Helebê di navbera hêzên ewlehyê yên hikûmeta demkî û hêzên HSDê de dît. Em pêşwaziyê li peywendiyên ku di navbera hikûmeta demkî û serkirdeyên HSDê têne kirin dikin, û em hêvî dikin ku encama van pêwendiyan lihevkirineke cidî be, û pişteveniya vê yekê dikin".
Şandiyê taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen got jî, "Em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku xal û armancên rêkeftina 10ê Adarê beriya dawiya vê salê werin bicîkirin".