Zarokekî Efrînê bi guleyeke çekdarên "Hemzat" birîndar bû
Welat TV - Hewlêr
Di encama guleyeke bêserûber de bi guleyên çekdaran zarokekî Kurd li gundê Basûtê yê Efrînê birîndar bû.
Jêderekê ji gund ji Welat TV re got: Aram Mihemed Mustefa zarokê 8 salî ji ber guleyeke bêserûber ji navendeke rahênana çekdarên Hemzat ku niha bi firqeya 76an di artêşa Sûriyê de tên naskirin, birîndar bû.
Jêderê da zanîn, Aram li gel malbata xwe bi serdan çûye Basûtê, piştî birîndarbûnê, bo nexweşxaneyê hat veguhestin û rewşa wî ya tendirustî aram e.
Heta niha şêniyên Efrînê ji diyardeyên çekdarî dinalin, û bang tê kirin ku çekdar ji bajar û gundan dûr bikevin.