Rêya Hewlêrê.. 6 kes bûne qurbaniyên bûyereke hatinûçûnê "5 endamên malbatekê ne"
Welat TV - Hewlêr
6 kes, 5 ji wan ji malbatekê ne di encama bûyereke hatinûçûnê de li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Medyaya xwecihî da zanîn, ku duh 22yê Tebaxa 2025an, li ser rêya Kelek – Berderş 6 kesan, jê 5 endamên malbatekê ku ji bav, dayîka ducanî, û sê zarokên wan, her weha ajokarê otombîlê jiyana xwe ji dest da.
Jêderan diyar kir ku otombîl û barhilgirek li hev qelibîn, di encamê de otmbîla wê mabatê şewitî û ew karesat rû da.