Emerîka hişyariyê ji tegvera rêxistinên terorîst li Somal, Iraq û Sûriyê dide

Emerîka hişyariyê ji tegvera rêxistinên terorîst li Somal, Iraq û Sûriyê dide

Welat TV - Hewlêr

Emerîka hişyarî ji metirsiyên çalakiyên rêxistinên terorîst da û banga hevkariyeke navdewletî kir.

Balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê li ser tora "X" hişyarî ji tevgera rêxistinên terorîst da û got, Ew girîngiyeke mezin bi hevkarî û hevpariyê li gel hevpeymanên xwe didin jinavbirina terorê.

Balyozxaneya bexdayê got, operasyonên terorî yên herdu rêxistinê DAIŞ û Qaîdayê yên terorî û çalakiyên gumankirî yên wan berdewam in û her dibe ew çalakî berfirehtir dibin û metirsiyên wan zêdetir bidin.

Balyozxaneyê bang li dewletên endam di Netewên Yegirtî kir ji bo jinavbirina operasyonên rêxistina DAIŞê ya terorîst li Somal, Iraq, û Sûriyê.