Hejmarek kes li Der’ayê di teqîna paşmayeke şer de birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
Hejamrek kes di teqîna paşmayeke şer de li Der’ayê ya ku duh bi şevê 23 Tebaxa 2025an, rû daye, birîndar bûn.
Li gorî jêderên xwecihî, teqîn a mayîneke çandî bû ku li devera Tel El-Xidir li derdora bajarê Tefes li gundewarê Der’ayê di otombîleke keskatiyan de dema li deverê derbas bû, teqiya, û di encamê de hejamrek kes birînadar bûn û bo nexweşxaneya Tefes a niştîmanî hatin veguhestin.
*589 hatine kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di dawîn amarên xwe de diyar kir, ji dema hilweşîna Rêjîma Esed ve 589 kes di teqîna paşmayên şer de li seranserî Sûriyê, hatine kuştin, ji wan 16 zarok û 40 jin in. Her weha bi sedan birîndar bûne.
*Bang
Çavdêrên Sûriyê dibêjin, pêwîstiya Sûriyê bi alîkariyeke navdewletî di vê derbarê de heye ji ber ku li her cih, gund û bajarekî paşmayên şer hene û metirsiyên cidî li ser jiyana sivîlan çêkirine.