Serok Barzanî: Pêşmerge Kake Seyid temenê xwe ji bo xebat û tekoşînê terxan kiribû

Serok Barzanî: Pêşmerge Kake Seyid temenê xwe ji bo xebat û tekoşînê terxan kiribû

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî, peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya xebatkar û kesayetiya niştîmanperwer Seyid Kake belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: Mixabin, me nûçeya koça dawî ya xebatkar û tekoşer gelê me Seyid Kake bihîst ku, pêşmerge, niştîmanperwer, xebatkar, endamê berê Perlemanê, endamê berê yê Komîta Navendî ya Partî û hilgirê medaliya Barzanî bû.

Serok Barzanî diyar kir, Kake Seyid yek ji wan kesayetiyên navdar û şoreşgerên Kurdistanê bû ku temenê xwe ji bo xebat û tekoşînê di ber mafên rewa yên gelê me de terxan kiribû, her weha rol û erkê xwe di hemû qonaxan de bi dilsozane rabûye û xebat kiriye.

Serok Barzanî da zanîn, pirse û sersaxiya xwe ji malbat, kesûkar û dostên Kake Seyid her weha hemû tekoşer û xebatkarên Kurdistanê re dişînim, ez xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Di dawiya peyama xwe de serok Barzanî got: Ji Xwedê dixwazin, ruhê Xwedêjêrazî, Seyid Kake bi bihuşta berîn de şad bike, her weha aramî bide hemû aliyan.