Hûrgiliyên şerûpevçûnên navçeya Şiyê ya Efrînê

Hûrgiliyên şerûpevçûnên navçeya Şiyê ya Efrînê

Welat TV - Hewlêr

Şerûpevçûn di navbera Ewlehiya Giştî û çekdarên Sultan Silêman Şah "Emşat" li navçeya şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê derketin.

Jêderên xwecihî ji Welat TV re da zanîn, şeva bûrî birayên serkirdeyê Emşat Mihemed El-Casim ku bi Ebû Emşa tê naskirin rê li pêş karwanê birêvebirê nû yê Ewlehiya Navxwe li navçeyê girt û êrîşî otombîla wî kir.

Ji ber vê yekê jî, hêzên Ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyê hêzên zêde ji Ezaz û Idlibê şandin û baregehên Emşat li Şiyê dorpêç kirin, û şerûpevçûn di navbera herdu aliyan de derketin.

Li gorî zaniyariyan, piştî şerûpevçûnan, aliyên ewlehî li Efrînê fermanên fermî ji bo girtina birayên Ebû Emşa derxistin, û ta niha jî zaniyarî derbarê birîndar û kuştiyên wan şerûpevçûnan nehatine zanîn.

Li gorî jêderan, hêzên Ewlekariya giştî, moleta derketinê daye çekdarên Emşat da ku bi temamî ji navçeyê derkevin.

*Emerîka "Emşat" siza kiriye

Di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîka siza li ser grûpên "Emşat" û "Hemzat" ên bi ser "Artêşa Niştîmanî" ya Sûrî ve, ji ber binpêkirinên wan dermafê mirovan de li Efrînê sepandin.

*Ebû Emşa bûye emîd

Piştî ketina Esed, fermandarê wê grûpê, bû Emîd û firqeya 25an a artêşa Sûriyê li parêzgeha Hemayê wergirt, tevî wê yekê jî heta niha hin çekdarên Emşat li navçeya Şiyê ya Efrînê mane û red dikin ji navçe û gundên ku tê de ne, derkevin.