Ehmed Hesen: Şêniyên 5 gundan ji vegerê qedexekirî ne û hîn girtî nehatine berdan
Welat TV – Hewlêr
Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Ehmed Hesen da zanîn ku rewşa navçeya Şiyê aram e, lê çekdarên Emşat hîn tê de mane û jê derneketine.
Ehmed Hesen di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de da zanîn ku dorpêç li ser navçeyê rabû û şer di navbera hêzên Hikûmeta Şamê û çekdarên Sultan Silêman Şam (Emşat) bi dawî bû.
Hesen behsa mijareke din kir û got heta niha 5 gundên Efrînê (Basilê, Çê, Şêxorzê, Dêrwîş û Cilbirê) ji vegera şêniyên xwe qedexekirî ne û bang li aliyên peywendîdar kir ku hewl bidin ji bo rêdana vegerê.
Ehmed Hesen her weha got ku heta niha hîn tu pêşketin di doseya girtiyan de çênebûye, û got li seranserî Sûriyê zîndan hatin spîkiririn tenê ziîndên Efrînê spî nebûne.
*Mal ji xwe re kirine beregeha leşkerî
Ji aliyê xwe ve, rojnamevan Mustefa Qadî diyar kir, ku gundê me Qermitliq ta niha di bin destê Emşat de ye, û mala xwişka min ji xwe re kirine baregeha leşkerî.
Qadî diyar kir, ji koka 300 malî, tenê 40 malên Erebên hawirde li gund mane, û rêjeya Kurdan zêde bûye.
Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Ehmed Hesen û rojnamevan Mustefa Qadî, banga li aliyên peywendîdar kir ku kar li ser rastkirina rewşa Efrînê bikin, û doseyên girtî, radestkirina malan, û nehiştina binpêkirinan bi dawî bikin.