Erdogan: Turkiyê gerantora ewlehî û aramiya Kurdan e li Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê got, Turkiyê gerentora aramiya Kurdan e li Sûriyê, û divê Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê berê xwe bidin Şam û Enqerayê.
Îro 26ê Tebaxa 2025an, serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan di gotarekê de da zanîn, Turkiyê gerentora ewlehî, seqmgîrî û aramiya Kurdan e li Sûriyê, her weha ew kar ji bo piştevaniya miletê Sûriyê di avakirina welatê xwe de dikin.
Receb Teyib Erdogan got, ew dixwazin aramiyeke hetahetayî li deverê peyda bibe, û hemû pirsgirêk di rêya diyalog û dîplomasiyê re çareser bibin.
►Her weh bixwîne:
Barrack: Pêwîstiya Sûriyake bihêz bi nûnertiya hemûyan heye
Siûdiyê: Em bangên parçekirina Sûriyê red dikin