Der’a.. Rêbendek û xaleke ewlehiyê yên hikûmetê rastî êrîşan hatin

Der’a.. Rêbendek û xaleke ewlehiyê yên hikûmetê rastî êrîşan hatin

Welat TV - Hewlêr

Rêbendek û xaleke ewlehiyê yên hêzên ewlehiya Navxwe Li Der’ayê rastî 2 êrîşan hatin.

Malpera Der’a 24 da zanîn, li bajarê Senemên çekdarên nenas bi 2 bombeyên destî êrîşî rêbendeke leşkerî ya ewlehiyê kir, hevdemê wê yekê jî xaleke ewlehiyê rastî gulebaranê hat.

Li gorî jêderan tu ziyanên canî nehatine tomarkirin û ziyan bi tenê madî ne. Ta niha jî tu daxuyaniyên fermî di vê derbarê de nehatine derxistin.

Di meha bûrî de jî, di encama şerûpevçûnan di navbera gereke ewlehiyê û çekdarên nenas de, endamekê ewlehiya navxwe hatibû kuştin.