Hêzên Israîlê gerên leşkerî li Quneyterayê encam dan

Hêzên Israîlê gerên leşkerî li Quneyterayê encam dan

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê gerên leşkerî li gundewarê Qyneytera encam dan.

Jêderên xwecihî da zanîn ku hêzên Israîlê gerek li devera El-Rewadî li gundewarê Quneyterayê encam dan.

Heman jêderan got ku hêzekê gerek li nêzîkî gundê Semedaniyê yê Rojavayî encam da.

Sibeha îro, hêzeke Israîlê gerek li gundê Dêwaniyê encam da û piştî demjimêrekê ji wê deverê vekişiya.

Duh jî, Israîlê du êrîş li gundewarê Şama paytexta Sûriyê encam dan, tê de 4 endamên hêzeke hikûmeta Sûriyê hatin kuştin.