Israîlê 15 êrîşên esmanî li gundewarê Şamê encam dan

Israîlê 15 êrîşên esmanî li gundewarê Şamê encam dan

Welat TV - Hewlêr

Balfirên şer ên Israîlê şeva bûrî, 15 êrîşên esmanî li deverên Kiswê, Hircilê û Çiyayê Mani’ li Başûrê gundewarê Şamê encam dan.

Ajansa Sana li ser zarê jêdereke hikûmî da zanîn, roja 26 mehê hêzeke hikûmeta Sûriyê di gereke xwe de li nêzîkî Çiyayê Mani’ li gundewarê Şamê, hin alavên çavdêriyê dîtin, balafir û dronên Israîlê bi rêya bombebaranan nehiştin tu hêz bighên deverê û Israîlê dever bombebaran kir û endamên hêzê kuştin û otombîlên wan yên leşkerî têk birin.

Ajansa Sana diyar kir, artêşa Israîlê daketineke esmanî li Çiyayê Mani’ encam da, pişkinîn li deverê kir.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got Israîlê duh 15 êrîş li deverên cuda li gundewarê Şamê encam dane û êîrşan westgehên Radaran û Embarên Mûşekan armanc kirine.

Rewangehê her weha diyar kir ku di daketina esmanî de li devera Çiyayê Mani’ artêşa Israîlê dever pişkinîn kir û lêgerîneke berfireh li wan xalan encam daye.

Duh, Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de êrîşa Israîlê li ser hêza hikûmî li nêzîkî bajarê Kiswê li gundewarê Şamê, şermezar kir û got ku 6 leşkerên artêşa Sûriyê di êrîşê de hatine kuştin.