Netanyahu: Em hûrgiliyên komkujiya Siwêdayê dighînin hemû cîhanê

Netanyahu: Em hûrgiliyên komkujiya Siwêdayê dighînin hemû cîhanê

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Rûhî yê Durziyan li Israîlê Miwefeq Terîf dawîn pêşhateyên Siwêdayê di civînekê de gotûbêj kir.

Piştî bidawîhatina civînê, Benjamin Netanyahu di kongireke rojanmevanî de got: Me komkujiya li Siwêdayê çêbûye dît û şopand, û niha bi hev re kar dikin ku hûrgiliyên wê bighînin hemû aliyên navdewletî.

Derbarê helwestê ji hikûmeta Sûrî, serokwezîrên Israîlê da zanîn, ew ne kêmaqil in, û baş dizanin serederiyê bi kê re dikin û dizanin çi li pêş wan heye.

Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu tekez kir, çareseriyek di demeke nêzîk de dê hebe. 

*"Em piştevanê Durziyan in"

Ji aliyê xwe ve, Serokê Rûhî yê Durziyan li Israîlê Miwefeq Terîf piştevaniya xwe ji Durziyan re da diyarkirin û got: Birayên me li Sûriyê ji ber birçîbûnê dimirin, û bê av, xwarin, derman û elektirîk in. 

Serokê Rûhî yê Durziyan li Israîlê Miwefeq Terîf da zanîn ku ew kar ji bio derbaskirina alîkariyan ji bo Siwêdayê dikin, û bang li Civaka Navdelwtî kir ku korîdorekê ji bo derbaskirina alîkariyan vekin.