Turkiyê 4 otombîl li Dêrikê armanc kirin
Welat TV - Hewlêr
Dronine Turkî sebeha îro 28ê Sibata 2024an, 4 otombîl li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê armanc kirin.
Jêderên taybet ji Welat TV re got, dironên Turkî, 2 otombîl li bajarê Dêrikê, yek li nêzîk gundê Xana Serê û yek jî li nêzîk gundê Wankê li gundewarê bajêr armanc kirin, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn serbarî ziyanên madî.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, dironeke Turkî 2 otombîl “yek ji curê Santa Fe û ya din jî H1 e” li nêzîk gundê Xana Serê li pey hev armanc kirin, amaje bi wê yekê kir ku yek ji wan otombîlan a “Encûmena Xwecihî Ya Dêrikê” bû û ya din jî bi ser “Asayîşa PYDê” ve ye.
Li gorî rewangehê, ji destpêka salê ve dironên Turkî 65 caran deverên di bin kontirola rêveberiya PYDê de amanc kirine.