ENKS: Li ser vexwendineke fermî em di Pêşangeha Şamê ya navdewletî de beşdar bûn

ENKS: Li ser vexwendineke fermî em di Pêşangeha Şamê ya navdewletî de beşdar bûn

Welat TV - Hewlêr

Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, daxuyaniyek belav kir û got li ser vexwendineke fermî ew duh 27ê Tebaxê di Pêşangeha Şamê ya navdewletî de beşdar bûn.

ENKS di daxuyaniya xwe de got: Vexwendineke fermî ji hikûmeta veguhêz ji bo beşdariyê di merasîma Pêşangeha Şamê ya navdewletî de ji wan re hat û ji wan erkê beşdariyê bi xanim Fesla Yûsif spart.

Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê diyar kir, ku, Her gavek ji bo rêxweşkirin bi mebesta destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Şanda Kurdî ya hevbeş û Şamê de were avêtin ew erênî dibînin.

*ENKS tekeziyê li ser nenavendiyê dike 

ENKSê tekezî li ser dîtina çareseriyeke dadmend ji doza Kurdî, nexşandina hevpariyeke rasteqîne di hemû waran de, û damezrandina Sûriyaya nenavendî tê de mafên gelê Kurd û mafên pêkhateyên din ên Sûrî parastî bin kir.