Salih Muslim: Em nenavendiya demokratîk dixwazin
Welat TV - Hewlêr
Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim îro 28ê Tebaxa 2025an, di panêlekê de li Silêmaniyê got, me daxwaza Fedraliyê li Sûriyê nekiriye, di nêrîna me de fedraliya netewî mîna ya ku li Herêma Kurdistanê heye, modêleke kevin e, û ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê ne guncaw e.
Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyar kir, ew daxwaza nenvendiya Demokratîk li Sûriyê dikin.
Muslim diyar kir: Cudahiya di navbera fedraliya li Iraqê û tişta ku li Bakurê Rojhilatê Sûriyê de heye ew e ku nimûneya yekê li Iraqê li ser bingeha dewleta netewî hatiye avakirin, lê ya me projeya miletên demokrat e (Biratiya Gelan), û em kar ji bo netewê bi tenê nakin, cudahiya di navbera me de, nimûmeya yekem kevin û kilasîkî ye, û ya me mordên û pêşketî ye, û dibe ku bibe nimûne ji bo hemû Rojhilata Navîn.
Muslim da zanîn, dema ku me hewl da em çareseriyê li Sûriyê bibînin, me kar ji bo fedraliyê yan jî nenavendiyê nekir, me kar li ser rêxstinkirina xwe li gorî pirnsîpên gelên demokartîk kir. Me daxwaza tu awayên destnîşnkirî nekiriye, me got nenavendiya demokratîk, bi wateye ku miletek dikare vîna xwe bi cî bîne.
*Nenavendiya siyasî
Di 26ê Nîsana 2025an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li dar ket, tê de tevgera Kurdî li ser nenavendiya siyasî li hev kir.