Xuleke zimanê Kurdî li Duhokê hat vekirin

Xuleke zimanê Kurdî li Duhokê hat vekirin

Welat TV - Hewlêr

Xuleke Zimanê Kurdî li komeleya War Sitî ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parzgeha Duhokê hate lidarxistin.

Xula zimên taybet bi zaravyê Badînî ye û taybet ji bo jinan e.

Xul ji aliyê şaxê jinê yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê ve bi rê ve çû û tê de 25 keç û jin berşdar bûn.

Berpirsa Rêxistina şaxê jinê ya PDK-Sê li War Sitî Necda Ibrahîm ji Welat TV re got: Armanca me ji vê xulê ku jin bikarbin di dibistanan de alîkariya zarokên xwe di zimanê Kurdî de bikin.

Ibrahîm da zanîn, ku dayîkên zarokan dema zarokên xwe fêr dikin, hin zehmetiyan dibînin, me jî xwest em van zehmetiyan nehêlin.